Li Orduyê hezaz: 3 avahî hatin tehlîyekirin
Li navçeya Kumruya Orduyê li ber ku dı sîteyeke yê ku 3 avahî tê de bûn hezaz pêk hat, kesên di avahîyan de bûn hatin tehlîyekirin.
Doh di seatên êvarê de li Taxa Samura Kumruyê loxarekî yê di pêşîya sîteyekî de bû serve çü û dû re hezaz pêk hat.
Dîwara sîteyê ji ber hezazê bi temamî xira bû. Di encama hezazê de ax û ava ku herikî ket nav dikan û malekî.
Di encama xeberdayînê de ji cîhê meseleyê re ekîbên AFADê hatin sewqkirin û ji bona ewlehîyê jî ji cihê hezazê re kordona ewlehîyê hat kişandin.
Hat destnîşankirin ku sekîneyên sîteyê jî ji bona tedbîrê hatin tehlîyekirin. (ÎLKHA)