• DOLAR 34.245
  • EURO 37.638
  • ALTIN 2921.555
  • ...
Şeva Beraatê li Dîyarbekirê bi duayan hat îhyakirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alema Îslama di nav kêfxewşîya gihaştina Şeva Beraatê ya 15emîna şeva meha Şebanê de ye. Qendîla Beraatê wek alema Îslamê û li giştîyê Tirkîye, li Dîyarbekir jî di mizgeftan de hat îhyakirin.

Li Dîyarbekirê jî ji ber minasebeta Şeva Beraatê piştî nimêja ‘eşayê li Mizgefta Yeşîl Kubbeyê bername hat tertîpkirin.

Misilmanên ku mizgeftê tijî kirin, xwendina Qurana Pîroz gohdar kirin û ji bona alema Îslamê duayan kirin. Di mizgeftên Dîyarbekir de mewlîdên Kurdî û Tirkî, qesîde û qesîdeyên Kurdî hatin xwendin.

Abdulquddus Yalçinê Xatibê Mizgeftê, derheqê mûhîmtîya şevê de weaz da. Yalçin, di weaza xwe de ji cemaatê re tewsîyeyan kir û got ku vê şevê, mizgînîya hatina meha Remezanê ye û vê şevê bi îbadetan derbas bikin.

Yalçin di berdewama we'aza xwe de got ku ev şev şeva xwe paqijkirina ji gunehan e û şeva 'efû xwestinê ye û ew li weaza xwe weha zêde kir, “Kî ku di vê şevê de gotinekî xweşik û peyvekî xweşik bibêje ewê Xwedê Teala wan gotin û peyvên wê li alîyê xwe qet bi qet qebûl bike û ew ê li deftera wê ya amelê jî binivisîne. Xwedê Teala li ser Quranê sond xwar û got ku ew Qurana Pîroz di vê şevê de şîyandîye. Me’na Beraatê me’na efûbûn û paqijbûnîyê ye, me’na dûrketina kurmên xirab û ‘emelan xirab e. Wan kesên ku di vê şevê de ‘emelên xirab dikin ew ji rehma xwedê mehrum dibînin. Wan kesên ku bi emrê Xwedê dikin jî Xwedê Teala rehma xwe li ser wan kêm nake û ew ê wan ji ‘ezaba cehennemê jî biparêze.

Hinek wext hene ku mirov gerek di wan wextan de li gorî wextên dinê cuda îhya bike. Şeva Beraatê jî ji van şevan yek e.” (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir