57 seferên li Balafirgeha Stenbolê hatin betalkirin
THY, ji ber ku di tarîxa 18 Adarê de tê hêvîkirin ku ew ê li Stenbolê berf bibare, 36 seferên di nav welat û 21 seferên li derveyê welat de yên ku li Balafirgeha Stenbolê dê hatibana kirin betal kir.
Ji teref Şêwirmendîya Çapemenîyê ya THYyê ve daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Ji ber berfa ku di tarîxa 18 Adarê de tê hêvîkirin ku bibare, li gorî qirara Komîteya Rewşa Acîl a Meteorolojîyê 57 seferên yên li Balafirgeha Stenbolê hatine betalkirin.”
Hat daxuyandin ku wan kesên ku seferên wan hatine betalkirin heta seatên xwe yên seyehetê dikarin di sîteya THYyê û sepana mobîlê de biletên xwe vegerînin an jî îade bikin. (ÎLKHA)