Li Enqereyê operasyona qaçaxçîtîyê: 25 binçavî
Ji teref Midirtîya Ewlehîya Bajar ve hat daxuyandin ku li bajêr li dijî qaçaxçîtîyê operasyonan hatin lidarxistin, di encama operasyonan de 25 şikdar hatin binçavkirin.
Di hîsaba medyaya civakî ya polêsa Enqereyê de daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de hat gotin ku di encama operasyonên ku di tarîxa 7-13ê Adarê de li giştîyê welat hat kirin de cixare, tûtin û eraq hatin bidestxistin.
Hat destnîşankirin ku di encama operasyonan de 43 hezar û 790 dermanên qaçax, 2 hezar û 346 tiştên elektronîk yên qaçax, 1920 pakêt cixareya qaçax, 922 kîlogrem tûtin a qaçax, 22 lître eraq a qaçax, 13 heb telefon a qaçax, 2 hezar û 750 pakêt pakêtên cixareyê yên vala û milyonek û 283 hezar maqarona cixareyê hatin bidestxistin. (ÎLKHA)