Li Hîndîstanê zilma tesettûrê berdewam dike: Dadgeha Bilind qirara qedexekirina tesettûrê qebûl kir
Dadgeha Bilind a Karnatakayê, îddîa kir ku tesettûr ji bona Îslamê “esasek” nîne û ji ber vê yekê qirara qedexekirina tesetturê yê li dibistanan qebûl kir.
![Li Hîndîstanê zilma tesettûrê berdewam dike: Dadgeha Bilind qirara qedexekirina tesettûrê qebûl kir](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/DYGdoB0TP8_ecNnFxMcZtj-oVNg=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/22/11/li-hindistane-zilma-tesetture-berdewam-dike-dadgeha-bilind-qirara-qedexekirina-tesetture-qebul-kir-729badbc.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li wîlayeta Karnatakaya Hîndîstanê, ji bona xwendekaran tesettûr hat qedexekirin.
Xwendekarên ku di 7ê Sibatê vir de îzîn nehat dayîn ku bila bikevin dersên xwe û ji wan re ji teref fanatîkên Hînduyan ve tim û tim êrîş tê kirin.
Xwendekaran serî li Dadgeha Bilind a Karnatakayê kirin û ew destnîşan kirin ku tesettûr li gorî makeqanûna Hîndîstanê heqekî yê esasî ye.
Dadgeha Bilind a Karnatakayê jî ev serîlêdanê nirxê kir û derheqê qedexekirina tesettûrê yê li dibistanan de qirar da. Dadgeha Bilind, di qirara xwe de îddîa kir ku tesettûr ji bona Îslamê ne “esas” e û ew tesettûrê qedexe kir.
Bireveberîya Karnatakayê jî ji ber çalakîyên ku li hember vê qirarê bê dayîn re hefteyek “ji bona nîzama gel û hizûra gel bê temînkirin” komkirina qelebalîxî qedexe kir.
Li Hîndîstana ku nifûsa wî 1 milyar û 4 milyone, nêzê 200 milyonî Misilman li vê derê dijîn. (ÎLKHA)