Li Burkina Fasoyê êrîş li leşkeran hat kirin: 13 mirî
Li Burkîna Fasoyê di kemîna ku hat danîn de 13 leşker hatin kuştin.
Bûyer li herêma Taparkoya parêzgeha Namentengaya Burkîna Faso qewimî.
Li gorî nûçeyên di çapemeniya herêmî de cih girtin, çekdarên ku nasnameya wan ne diyar in kemîn li ber leşkerên ji wezîfeyê vedigeriyan danîn
Di daxuyaniya artêşê de hat ragihandin ku di kemînê de 13 leşker hatine kuştin û 5 leşker jî birîndar bûne. (ÎLKHA)