Li Semsûrê di mezinahîya 4,3yan de erdhej
Li navçeya Çelîkxana Semsûrê di mezinahîya 4,3yan de erdhej pêk hat.
Ji teref Serokatîya Bireveberîya Rewşa Acîl û Afet ve hat daxuyandin ku navenda erdhejê Çelîkxan hatîye tespîtkirin û erdhej di seat 15.38an de di mezinahîya 4,3yan de pêk hat.
Hat destnîşankirin ku erdhej 7.06 kîlometre di bin erdê de pêk hat. (ÎLKHA)