• DOLAR 32.901
  • EURO 35.266
  • ALTIN 2470.172
  • ...
Ew ê di Hefteya Mistez’efan de bernameyan dê bên tertîpkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Cemîyeta Mistez’efan, di hefteya 3yemîn a meha Adarê ya ku Hefteya Mistez’efan ya Cîhanê ye de, ew ji bona ku pirsgirêk û zilmên ku mezlumên cîhanê kişandinê bal bikşînin di temsîlkarîyên xwe de temaşexaneya fotoxraf, panêl û konferansan plan dikin.

Murat Aslanê Serokê Giştî yê Cemîyeta Mistez’efan derheqê bernameyên ku di Heftaya Mistez’efan de bê tertîpkirin de û derheqê armancên xwe de agahîyan da, ew got ku armanca wan yên pêşî ew e ku êş û elemên ku hatine kişandin bila nesla nû jî hîn bibin û ji wan re bidin naskirin.

Aslan bi bîr anî ku hefteya 3yemîn a meha Adarê Hefteya Mistez’efan ya Cîhanê hatîye îlankirin û weha axivî, “Em di navbera heftaya 16-23yê Adarê yê ku Hefteya Mistez’efan ya Cîhanê de ji bona ku pirsgirêk û zilmên ku mezlûmên cîhanê kişandinê bi bîr bînin û ji bona ku di hişên mirovan de bi cîh bigre bernameyan plan dikin. Dema ku Xwedê Teala bike nisîp em ê li cîhên ku temsîlkarîyên me hene bernameyên ku wek temaşexaneya fotoxraf, panêl û konferansan bikin plan dikin.”

“Armanca me ev e ku bila nesla nû zalim û mezlûman nas bike, zanibe û li gorî vê hereket bike”

Aslan di axavtina xwe de got ku armanca wan yê di van bernameyan de ev e ku bila zilm û pirsgirêkên ku mezlûmên cîhanê kişandine bila di hişan de neyê ji bîr kirin û bila neyê bîrvakirin e û ew weha berdewam kir, “Bi encamî em bi civakî mecburin ku zalim û mezlûman nas bikin. Dema ku em di hizûra Rebbê zilcelal de kom bibin em ê an li alîyê zaliman an jî li alîyê mezlûman bi cîh bigrin. Daxwazîya me ev e ku em li alîyê mezlûman bi cîh bigrin. Wan kesên ku li Xelepçeyê bi kîmyasalan hatine qetilkirin mezlûm in, Seddam Huseyîn ê ku vê tiştê kirîye jî zalim e; Şêx Ahmed Yasîn ê ku bi kursîya xwe li hewşa mizgeftê hatîye şehîdkirin mezlûm e, çeteya sîyonîst ê ku wî şehîd kirîye jî zalim e; bi ‘eynî şeklê Efrîqayê ku me’denên wan yên ku di binê ‘erdê an jî li ser ‘erdê de hatine talan kirin mezlûm in, Xerb a ku ev tiştê di binê navê heq-aşîtî û azadîyê de dike jî zalim e. Xulase nesla nû lazim e ku zalim û mezlûman nas bike, bizanibe û li gorê wê hereket bike. Ji bona ku em însanin wezîfe û mesulîyetên me heye. Nîşandana zilm û pirsgirêkên ku mezlûm kişandine ji bona wan hurmetek e.”

“Zilm û îxlalkirina heqên ku tên kirin, belavkirina ji cîhanê re wezîfeya me ye”

Aslan di axavtina xwe de got ku ev zilm û mezlûmîyetên ku tên kişandin di nav hefteyekî de bi bernameyan bê nîşandan û bê bi bîr anîn kêmasîye û qîm nake ew li axavtina xwe weha zêde kir, “Me daxwaz dikir ku ev mesele bila di rojevê da be, ji bona mezlûm û zalim bên naskirin gelek bername û fealîyetan bên tertîpkirin. Feqet hefteyekî yê ku bi taybetî ji bona vê meseleyê hatîye cudakirin û hatîye îlankirin û rojev li gorî vê tiştê bê dîyarkirin, fikirandina çareserîya pirsgirêk û zehmetîyên ku hene, ji bona gavên ku derheqê vê meseleyê de bên avêtin xebatekî gelek xweş e.  Dema ku hinek be jî zilm û heq xwarina ku niha tê kirin, ji bona ku ji cîhanê re bê belavkirin, dengekî bê avakirin û ji bona ku civak ji vê rewşê agahdar bibe ji bona me wezîyefek e.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir