• DOLAR 34.547
  • EURO 36.015
  • ALTIN 3005.461
  • ...
Yapicioglu: Asayîbûna bi rejima îşxalker re ew ê zirarê bide de’wa Filistînê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

 Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê beşdarê Bernameya Taybet a Rojeva REHBER TVyê bû di bernameyê de derheqê rojevê de nirxandinên mûhîm kir.

Yapicioglu di axavtina xwe de ji welatên Îslamî yên ku bi rejima îşxalker re gavên “asayîbûn”ê davêjin re bertek nîşan da û dema ku welatên kendavê bi rejima îşxalker re minasebetan dikin ji wî minasebetê re dibêjin “asayîbûn”, ev peyvikê asayîbûnê jî xapandinek ye.

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de weha got, “Îdraqeqî wisa tê dayîn ku tu dibêjî qey ew îşxalker meşrû ne. Li gorî me, hebûna wan jî ne asayîy e. Em wan wek dewletek nahesibînin. Çavên wan li ‘erdên dinê yên ku xeyn wan ‘erdên ku îşxal kirine ye û ew vê tiştê venaşêrin jî. Minasebetên ku bi wan re tên kirin bi navê “asayîbûnê” tê navkirin, ew tişt xefikekî ye. Her gavekî yê ku cesareta rejima îşxalker zêde bike ji de’wa Filistînê re îxanet e û ew ê zirarê bide wê de’wê.”

“Dema ku hûn Qudsê teslîm bikin  ew ê Enqere, Şam û Bexda jî ne di ewlehîyê da be”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de got, tê dîtin ku Tirkîye di polîtîqaya xwe ya derve de guhêrtinê dike û weha li axavtina xwe zêde kir, “Pêşdetir minasebetên ku Tirkîye bi Îmaret, Erebîstana Siûdî û Misirê re xira bûbûn. Di dema dawî de minasebetên ku bi wan re hatine kirin, bi navê ‘asayîbûnê’ tê binavkirin. Encex nêzbûna ku bi rejima îşxalker digel hinek şertên ku di dema de’wa Marmaraya Şîn de hatibûn gotin û wan şertan jî ji teref rejima îşxalker ve nehatibû bi cîh kirin, ev nêzbûn tê kirin. Hêna jî qala çareserîyekî yê du dewletî tê qalkirin, qala dewletekî Filistînê yê ku paytexta wê Qudsa Rojhilat be tê kirin. Me berê jî got, dema ku hûn qîma xwe bi Qudsa Rojhilat tenê bînin ew jî ji bona ku hemû Qudsê bidest bixin tiştên ku ji destê wan bê ew ê bikin. Dema ku hûn rojavaya Qudsê jî ji wan re bihêlin, hûnê nikaribin xwedîtîyê li Qudsa Rojhilat jî bikin. Dema ku hûn Qudsê teslîm bikin ew ê Enqere, Şam û Bexda jî di ewlehîyê de bin.

Hûn dema ku di polîtîqaya derveyê welat de menfeatê bidin pêşîya her tiştî vê gavê ne heyirandin e. Em bi navê HUDA PARê dibêjin ku di bingeha polîtîqaya derve de gerek ‘edalet hebe. Welatên kendavê bi rejima îşxalker re ew ê ku minasebetan dikin, ev asayîbûn nîne ev tişt neasayîbûn e.”

“Amerîka Ukraynayê wek nêçîrekî daye pêş”

Yapicioglu di axavtina xwe de derheqê êrîşa Rusyayê yê ku li Ukraynayê dike de jî nirxandinan kir û got ku Amerîqa, Ukraynayê wek nêçîrekî danî ber Rusyayê. Û weha li axavtina xwe  zêde kir, “Amerîqa daxwaz kir ku ji Awrupayê re weha bibêje ‘eger ku ez tinebim hûn nikarin ewlehîtîya xwe bikin’. ji bona vî tiştî jî lazim e ku Rusya bikeve nav polîtîqayekî êrîşdarî. Amerîqa Rusyayê tehrîk kir. Rusya, dema ku ji destê wî bê ew ê sibê bikeve Polonyayê jî, ew ê welatên Baltîkê jî tehdîd bike. Amerîka Ukraynayê wek nêçîrekî daye pêş.

“Amerîqa û Xerba ku li hember îlheqa Rusyayê rabûn, ji îlheqa Girên Golanê yên ku ji teref rejima îşxalker û sîyonîstan ve  tê kirin re deng dernexistine”

Yapicioglu di axavtina xwe de bal kişand ku ji teref rejima îşxalker ve ji îşxalkirina Rusyayê yê ku li Ukraynayê dike re bertekek bi cîddî nehatîye nîşandan û ew weha got, “Çîmkî ew jî sîyatetek wisa dihesibîne, ew daxwaz dike ku ‘erdên ku îşxal kirîye bi îşxalên dinê zêde bike. Amerîqa û Xerba ku li hember îlheqa Rusyayê rabûn ji, îlheqa Girên Golanê yên ku ji teref rejima îşxalker û sîyonîstan ve  tê kirin re deng dernexistine. Hetta Amerîqa demekê paşê vê îlheqê nas kir. Wê rejima sîyonîst di her herbê de ji bona xwe menfeatan derdixe û îstîfede dike, li Ukraynayê nifûsa Cihûyîyan gelek zêdeye. Wan Cihûyîyên ku li Ukraynayê ne ji bona ku bîne Filistînê û wan li Filistînê bi cîh bike ji bona rejima îşxalker gavekî munasîb e. Çîmkî ew bawer dike ku ji wan cîhên ku îşxal kirîye re çi qas Cihûyîyan bi cîh bike ew ê li wê derê payîdar bibe.”

“Awrupa, an ew ê li însanîyetê vegere an jî ew ê li alîyê mehfbûnê ve biçe”

Yapicioglu di dawîya axavtina xwe de derheqê durûtîya Awrupayê de jî nirxandinan kir û weha got, “Ew, wan kesên ku çavên wan şîn nebe û porê wan zer nebe însan nahesibînin. Di Behra Sipî de çend însan fetisîn? Ew sînoran digrin. Çîmkî ew nijadperestin, çîmkî ew însanên dinê wek xwe nabînin. Dema ku însanîyetî tinebe bi tenê pere, dîwarên beton û bi fuzeyan hûn nikarin li pîya bisekinin. Tiştê ku medenîyetê li pîya digre, însan û qîmetên însanîyetê ye. Awrupa, an ew ê li însanîyetê vegere an jî ew ê li alîyê mehfbûnê ve biçe. Êrîşkirina Rusyayê li Polonyayê wisa bi rehet xwanê nake.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir