Li Kongoyê trêna barhilgir qulibî: 60 mirî
Li Komara Demokratîk a Kongoyê trêneke barhilgir ji rê derket, di encama bûyerê de herî kêm 60 kes mirin û 30 kes jî birîndar bûn.
Qeza roja pêncşemê li navçeya Lubudî ya parêzgeha Lualaba qewimî.
Li gorî nûçeyên di çapemeniya herêmî de cih digirin, trêna barhilgir a ku bi dehan kes lê siwar dibûn, dema ku ber bi jor ve diçû ji rêya hesin derket û li qulibî.
Di qezayê de herî kêm 60 kes mirin û 30 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)