Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz tê Tirkiyê
Hat ragihandin ku Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz dê sibê bi serdaneke fermî bê Enqereyê.
Hate hînbûn ku Scholzê ku dê li Enqereyê bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bike, plan dike ku têkiliyên dualî û mijarên herêmî gotûbêj bike.
Ev serdan dê bibe serdana yekemîn a Scholz ku di 8'ê Kanûna 2021'an de dest bi wezîfeyê kir. (ÎLKHA)