• DOLAR 32.48
  • EURO 34.848
  • ALTIN 2440.251
  • ...
Birêveberîya Kurdistanê: Mûşek ji derveyî Iraqê hatin avêtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Doh êvarî gelek mûşek hatin avêtin wê herêma ku Balyozxaneya Amerîkaya îşxalker lê ye.Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin 12 mûşekên ku hatin avêtin îsabetî derdora Balyozxaneya Amerîka û derdora gundê Mele Omer kirin.Êrîş doh êvarî derdora seat 01.00ê de pêk hat.

Yekîneya Antî Terorê ya Herêma Kurdistanê derbarê mijarê de li ser hisaba xwe ya Facebookê destnîşan kir “Paytext Hewlêr û Herêma Kurdistanê ji derveyî Iraqê li rasta êrîşa bi mûşek hat. Di encama êrîşê de heta niha tiştek bi serê tu kesî tiştek nehat.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir