8 koçber hatin qefaltin
Di encama qontrola ku li ser rêya Sêrt-Êlîhê hat kirin de di nav otobûseke rêwîyan de 8 koçberên Efxenî hatin qefaltin.
Ji teref Walîtîya Êlîhê ve hat daxuyandin ku ji teref ekîbên Fermandarîya Cendirmeya Navçeya Hezoyê ve li ser rêya Sêrt-Êlîhê operasyonek hat lidarxistin, di encama operasyonê de 8 koçberên Efxanî hatin qefaltin.
Hat destnîşankirin ku ji fîrmaya otobûsê re mueyyîdeya îdarî hat tetbîqkirin û koçberên ku hatin qefaltin jî ji Îdareya Koça Bajar a Êlîhê re hatin teslîmkirin. (ÎLKHA)