• DOLAR 32.37
  • EURO 34.813
  • ALTIN 2404.543
  • ...
Li Rihayê 2 polês canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat destnîşankirin ku mirovekî yê şikdar ji teref ekîbên Midirtîya Şubeya Sûcên bi Organîze û Qaçaxçîtîyê ya Midirtîya Ewlehîya Bajêr ve dihat teqîpkirin. Di encama teqîbê de mirovê şikdar êrîş li polêsên ku ew teqîp dikirin kir.

Di encama êrîşê de Abdullah Yasîr Bînîcîyê Alîkarê Komîser û Cemal Bozkurtê Memûrê Polês giran birîndar bûn.

Ji cîhê meseleyê re gelek ekîbên ewlehî û tenduristî hatin sewqkirin û wan birîndaran bi ambûlansan ve hatin rakirin Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehîya Mehmet Akîf Înan û Nexweşxaneya Dewleta Balikligolê.

Hat ragihandin ku  Cemal Bozkurtê Memûrê Polês li nexweşxaneyê digel temamî midexeleyan canê xwe ji dest da û Abdullah Yasîr Bînîcîyê Alîkarê Komîser jî li Nexweşxaneya Dewleta Balikligolê canê xwe ji dest da. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir