Li Agirîyê dibistan tetîl bûn
Bi qirara ku ji teref walîtîyê ve hat dayîn îro ji perwerdehîya bi hatin û çûyîn yên ku girêdayê navçeyên Hamûr, Dîyadîn, Taşliçay û Eleşkîrtê ne re ji ber barîna berfa zêde navber hat dayîn.
Ji teref Walîtîya Agirîyê ve derheqê tetîlkirina dibistanan de daxuyanîyek hat belavkirin.
Hat destnîşankirin ku di dibistanên gundên ku girêdayê navçeyên Hamûr, Dîyadîn, Taşliçay û Eleşkîrtê ne de ew ê perwerdehîya bi hatin û çûyîn neyê kirin.
Di daxuyanîya walîtîyê de weha hat gotin, “Ji perwerdehîyê re ji bona di tarîxa 10 Adarê sala 2022yan de navber hatîye dayîn. Personelên astengdar û avis jî ew ê destûrdayîna îdarî bên hesibandin.” (ÎLKHA)