• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Herzogê sîyonîst û îşxalker tê Tirkîyeyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Isaac Herzogê sîyonîst û îşxalker yê ku serokkomara rejima îşxalker e, ji bona ku du roj zîyaretên xwe bike tê Tirkîyeyê.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Serokatîya Ragihandin a Tirkîye ve hat belavkirin, di vê zîyareta îcabet yê ku ji teref Serokkomar Receb Tayyîb Erdogan ve hatîbû dawetkirin de, minasebetên dualî yên Tirkîye û rejima îşxalker ew ê bê bidestxistin û gavên ku ji bona wan minasebetan bên pêşvebirin jî ew ê bên bidestxistin.

Di zîyareta sîyonîstê Herzogê de ew ê meseleya Rusya û Ukraynayê jî bê gotûbejkirin.

Li gorî daneyên Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyeyê, tîcareta ku di navbera Tirkîye û rejima îşxalker de hatîye kirin di nav 5 salên dawî de gelek zêde bû û rekorê şikand, ew ticareta wan gihaşt 8,4 milyar dolar ê. Tîcareta ku di navbera her du alîyan de tê kirin di sala 2020an de bû 6,2 milyar dolar.

Ew tîcareta ku di navbera Tirkîye û rejima îşxalker de tê kirin di sala 2021an de jî ji sedî 35,1 zêde bû û bû 6,4 milyar dolar.

Hat destnîşankirin ku ew ê di hevdîtinê de minasebetên dualî, meseleyên rojane, heremê û navneteweyî jî bên bidestxistin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir