Serwîsa karkeran û tir li hev qelibîn: 11 birîndar
Li Duzceyê serwîsekê karkeran û tirek li hev qelibîn, di encama qezayê de 11 kes birîndar bûn.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin li mînîbûsekê serwîsa ku karker tê de bûn li cîhê Doganliya ku li ser rêya D-100a Enqereyê ye li tireke ku ji febrîqeyekî derdiket qelibî.
Hat destnîşankirin ku di encama qezayê de 11 karker birîndar bûn û wan birîndaran jî bi ambûlansan ve hatin rakirin nexweşxaneyên derdorê. (ÎLKHA)