Li Nîjeryayê êrîşa çekdar: 26 mirî
Li wîlayeta Tarabaya Nîjeryayê çend kesên ku bi çek bûn êrîş kirin, di encama êrîşê de herî kêm 26 kes mirin.
Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya Nîjeryayê hatine bidestxistin çend kesên ku bi çek bûn li herêmên Dong û Tor-Damîsê êrîşan kirin.
Hat destnîşankirin ku di encama êrîşan de herî kêm 26 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Tê îddîakirin ku êrîş, heyfa şivanekî yê ku di dema borî de hatibû kuştin bû ye. (ÎLKHA)