• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
HUDA PAR: Divê li Silopîyê herêma ticareta serbest bê sazkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derheqê derîyên sînor ên li ser sînora Herêma Kurdistanê de nirxandinên balkêş hatin kirin.

“Li Derîyê Sînor a Xabûrê ji bo kontrola pasaportan bes polêsek dixebite”

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin, li derîyên sînor karên têketin û derketinê pir giran derbas dibin û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Li Derîyê Sînor a Xabûrê ji bo kontrola pasaportan bes polêsek dixebite. Ji ber vê yekê kirarî bi seatan berdawam dikin ku ev yek jî dibin sedem ku bi hezaran însanên ku di nav de zarok, pîrek û kesên îxtîyar jî di nav mexdûr bibin. Ev yek di nezera welatîyên her du welatan de dibe sedema tiştekî menfî. Divê di her 4 gîşeyên derbasbûnê de jî wezîfedar hebin da ku pêşîya mexdûrîyetan bê girtin. “

“Divê li Silopîyê herêma ticareta serbest bê sazkirin”

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin, Iraq nexasim jî Herêma Kurdistanê gelek zêde tiştan ji Tirkîyeyê dikire û ticaretê dike ku di sala 2021ê de Iraq bû welatê 4emîn ku herî zêde tiştan ji Tirkîyê standiye ku qiymeta wê 11 milyar û 133 milyon dolar e. Dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Di nav welatên cîran de ê ku herî zêde bi Tirkîyê re ticaretê dike Iraq e. Ji bilî vê yekê di navbera însanên her du welatên ku bi sînorên sûnî hatine parçekirin de di warê dîrok, çand, pêwendî û nasbûnê de pêwendîyeke bi hêz heye. Jiber vê yekê di navbera her du welatan de pêwedîyeke mecbûrî û giran heye. Di talîyê de tê dîtin ku derîyê sînor a mewcûd karan hêsan nake ku ev yek tê zanîn hêj dawî li mexdûrîyet û ezîyeta însanan nayê anîn. Divê em mesele demildest bê çareserkirin, derbasbûn bên hêsankirin û ehemîyet ji ticareta sînor re bê dayîn. Her wisa ew mesele Derîyê Sînor a Derecikê ya li Colemêrgê ya ku bûye mîna çîroka qulingê demildest bê çareserkirin û divê li Silopîyê herêma ticareta serbest bê sazkirin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir