• DOLAR 32.541
  • EURO 35.056
  • ALTIN 2432.626
  • ...
Sîyonîstên îşxalker zarokekî Filistînî şehîd kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat destnîşankirin ku rejima îşxalker û sîyonîst di seatên êvarê de êrîş li Filistînîyên ku li Qûds û Nablusê çalakîyan dikirin kir.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin li Nablusê Yamîn Nafîz Cîfalê ku 16 salîye bi guleyên ku ji teref sîyonîstan ve hatîye avêtin giran birîndar bû. Di encama êrîşê de ji zarokê birîndar re ambûlans hat sewqkirin lê wan sîyonîstan bi bombeyên xezê midexele kirin ku bila ambûlans neyê cîhê bûyerê.

Ji teref medyaya Filistînê ve hat destnîşankirin ku Cîfal bi wî rewşa xwe yê birîndarî jî ji teref rejima îşxalker ve hat daxwazkirin ku bê desteserkirin.

Wezarata Tenduristîyê ya Filistînê daxuyand ku Cîfal şehîd bû. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir