Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de 174 kes mir
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di encama 360 hezar û 353 testên ku hatin kirin de bi 32 hezar û 389 kesan re vîrus hat tespîtkirin û her wisa di 24 seatên dawî de 174 kes ji ber vîrusê mirin.
Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyeyê Fahrettîn Koca derbarê mijarê de destnîşan kir, dinya micadeleya xwe li dijî coronayê bi vaksînan didomîne.(ÎLKHA)