Li Hîndîstanê zêdetirî 1200 kesan ji şîva de’wetê jehrî bûn
Li wîlayeta Gujarata Hîndîstanê ji 1200 kesan zêdetir mirov piştî xwarina şîva de’wetekî jehrî bûn.
![Li Hîndîstanê zêdetirî 1200 kesan ji şîva de’wetê jehrî bûn](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/8c4cEBBFYgIY__UtWVyQEK0p32E=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/22/09/li-hindistane-zedetiri-1200-kesan-ji-siva-dewete-jehri-bun-6700d8ce.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin li herema Mehsana ya ku girêdayê Gandhinagarê ye ji bona kurê yekî ku ew kes jî li herêmê tê naskirin de’wetek hat tertîpkirin û di de’wetê de jî şîv hat dayîn.
Di encama xwarina şîvê de ji 1200 kesan zêdetir mirov jehrî bûn û çûn nexweşxaneyan.
Rayedaran jî ji ber vê meseleya ku mirovan tirsand, ji şîvê nimûneyan girtin û wan nimûneyan şîyandin testê.
Hat ragihandin ku polês derheqê meseleyê de tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)