Erebeya leşkerî û erebeyeke sîwîl li hev qelibîn: 5 birîndar
Li Sêrtê li alîyê girtîgeha girtî ya Sêrtê erebeyek leşkerî û erebeyeke sîwîl li hev qelibîn, di encama qezayê de 5 kes birîndar bûn.
![Erebeya leşkerî û erebeyeke sîwîl li hev qelibîn: 5 birîndar](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/HQ_mVxEBkT9BYRrB0MSkooKWrzs=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/22/09/erebeya-leskeri-u-erebeyeke-siwil-li-hev-qelibin-5-birindar-71b7e788.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin erbeyeke leşkerî û erebeyeke sîwîl yê ku plaqa wî 13 AAG 144 bû li herêma girtîgeha girtîya ku li Taxa Doganê ye li hev qelibîn, di encama qezayê de 5 kes birîndar bûn.
Bi xeberdayîna mirovan ji cîhê qezayê re ekîbên 112yê hatin sewqkirin.
Ji birîndaran re ji teref ekîbên 112yê ve midexeleya ‘ewil hat kirin û dû re ew hatin sewqkirin li Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehîya Sêrtê.
Hat destnîşankirin ku rewşa birîndaran baş e û derheqê qezayê de jî tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
![](/images/22/09/erebeya-leskeri-u-erebeyeke-siwil-li-hev-qelibin-5-birindar-55711ce4.jpg)
![](/images/22/09/erebeya-leskeri-u-erebeyeke-siwil-li-hev-qelibin-5-birindar-d7ad51f7.jpg)