Li Pakistanê êrîş li camîyê hat kirin: Herî kêm 30 mirî
Hat ragihandin li bajara Paşewara Pakistanê di dema nimêja înê de bi bombeyan êrîş hat lidarxistin.
Di encama êrîşa ku hat lidarxistin de herî kêm 30 kes canê xwe ji dest dan û 50 kes jî birîndar bûn.
Hêj tu kes êrîşê negirt li ser xwe. Tê tirsîn ku hejmarên mirîyan zêdetir bibe.(ÎLKHA)