• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Zelenskiy: Ger li santralê teqînek çêbibe, ew ê bibe dawiya Ewropayê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di encama êrîşa Rûsyayê de li Santrala Nukleer a Zaporizhia ku mezintirîn santrala nukleerê ya Ewropayê ye şewat derket. Hat diyarkirin ku reaktora ku lê şewat derket reaktoreke ku ji ber xebatên nûkirinê girtî bû lê sotemeniya nukleerê tê de hebû ye.

Serokê Ukraynayê Vladîmîr Zelensky derbarê êrîşa leşkerên Rûsyayê ya li ser Santrala Nukleerî ya Zaporozhye de daxuyanî da.

Zelenskiy diyar kir ku santrala nukleerî ya herî mezin a Ewropayê ye û wiha got: "Divê Ewropa êdî şiyar bibe. Santrala nukleerî ya herî mezin a Ewropayê dişewite. Niha tankên Rûsyayê li yekîneyên nukleerê dixin. Van tankan bi wesayîtên termalê ve tên çêkirin." (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir