• DOLAR 33.997
  • EURO 37.847
  • ALTIN 2820.797
  • ...
Alimê Filistînî Muhenna: "Quds li benda Mislimanan e"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Çewlikê di çarçoveya bernameyên "Hefteya Qudsê" de ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember û ÎTTÎHADUL ULEMAyê ve bi sernavê "Doza Qudsê Doza Azadiya Ummetê ye" konferansek hat lidarxistin.

Konferans bi beşdariya Endamê Lijneya Alimên Filistînê Îbrahîm Muhenna, Îlahiyatnas-Nivîskar Mehmet Goktaş, Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Hamdullah Tasali, Endamê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Molla Sahap Korkutata, nûnerên STK, gelek alim û gelek nûnerên siyasî hat lidarxistin.

Bernameya ku bi tîlaweta Qur'anê dest pê kir bi axaftina vekirinê ya endamê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Molla Sahap Korkutata dest pê kir.

Korkutat diyar kir Quds dê bibe wesîleya  yekitiya ummetê û wisa  îfade kir: “Meseleya Qudsê ji bo me meseleya şeref û namûsê ye. Ger em hewl bidin ku Quds rizgar bibe, Rebbê me wê tiştek bide me. Û Quds dîsa me bike yek û me dîsa bike birayên hev. Niha li hemû cîhanê û li welatê me rojên bîranîna Qudsê ji aliyê Mislimanên fehmdar ve tên kirin û ev rewş dijminên Îslamê gelekî bêzar û aciz dike."

Piştî awazên îlahî, Îlahiyatnas-Nivîskar Mehmet Goktaş axivî û wiha got: “Dema ku Pêxemberê me di nav nivîna xwe de wefat dikir, wiha got;, 'Divê Misliman demildest artêşekê ava bikin, Usame Bin Zeyd li ser serê wan bê tayînkirin û  herin bakur ango aliyê Filistînê.' Sehabiyan ji Pêxemberê me re pir baş fam kirin. Piştî wefata Pêxemberê me 6-7 sal şûnde ordiyên Îslamê Qudsê ku navenda hem Xirîstiyantî û hem jî Yahûdîtiyê ye fetih kirin. Ev ne fetheke wisa hêsan e.”

Di dawiyê bernameyê de Endamê Lijneya Alimên Filistînê Îbrahîm Mûhenna axivî û ji beşdarên ku salon tije kirin re axivî û diyar kir ku li hemberî vê dîmenê baweriya wî ya bi azadkirina Qudsê zêdetir bûye û wiha got: “Pêxember ewil Quds bi ruhî fetih kir, paşê Hz. Omer di warê maddî de Qudsê fetih kir. Piştre Selahedîn Qudsê ji dagirkeriya xaçparêzan rizgar kir. Bê guman, Evdilhemîdê II. Qudsê wekjê re hatibû emanetkirin parast. Paşê mixabin Îngilîzan Qudsê radestî Cihûyan kirin. Niha Quds li her derê li benda Mislimanan e û diqîre “Ey Misliman, hûn li ku ne!”

Bername bi duaya Nûnerê Weqfa Yetîm-Dera Çewlikê Salîh Çelîk qediya. (ÎLKHA)

 

































Bu haberler de ilginizi çekebilir