HAMAS banga “Îna Zafer Nêz e” kir
HAMASê di bergeha bernameyên Hevdîtinên Fecra Mezin de banga beşdarbûna nimêja şeveqê ya li Mescîda Eqsayê ya ku dê di bin navê “Îna Zafer Nêz e” de bê kirin, kir.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de bang li xelqê hat kirin da ku beşdarî nimêja şeveqê ya ku dê li Mescîda Eqsayê bê kirin bibin ku ev yek dê li dijî siyonistên îşxalker û alîgirên wan dê bibe peyameke mûhîm.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin, Mescîda Eqsa û muratibên wê ji bo wan xeta sor e û ger êrîşek li van bê kirin ew ê bedela wê giran be.(ÎLKHA)