Reqamên enflasyonê yên meha sibatê hatin eşkerekirin
Endeksa Bihayê Xerîdaran di meha sibata sala 2022yan de mehane ji sedî 4,81, Endeksa Bihayê Hilberînerên Navxweyî ji sedî 7,22 zêde bû.
Li gorî daneyên ku ji teref Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) ve hatine belavkirin Endeksa Bihayê Xerîdaran di meha sibata sala 2022yan de mehane ji sedî 4,81, Endeksa Bihayê Hilberînerên Navxweyî ji sedî 7,22 zêde bû. Û di bihayên xerîdaran da enflasyona salane bû ji sedî 54,44 di bihayên hilberînerên navxweyî da jî bû ji sedî 105,01.(ÎLKHA)