• DOLAR 34.085
  • EURO 38.093
  • ALTIN 2834.706
  • ...
ÎHO EBRAR li Malîyê bîra avê vekir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

ÎHO EBRARê ku di nav hefteyekî de projeyên emelîyeta kataraktê, xwarinê, alîkarîya meddî, qurban, şîva germ zîyaretên sêwîxane û alîkarîya êtîman bi cîh anî, vê carê jî li herêma Segueyê bi vekirina 4 heb bîrên avê yên ku bi bexşên xêrxwazan hatine çêkirinê kirin xizmetê.

Alî Taşê Endamê Damezrîner ê Bireveberîyê yê ÎHO EBRARê derheqê xîzmetê de axivî û destnîşan kir ku ew 4 heb bîrên avê qedandinê û hê xebatên yek ê dinê jî berdewam dike, “Em ji wan mirovên mixtac ên ku bi şeklên zor û zehmetî dighêjin ava paqij re ji bona ku îxtîyacîya wan ê avê bê bi cîh kirin em ji wan re “Bîra Avê” vedikin. Di vê çarçoveyê de me 4 heb bîrên avê yên ku berê me temelê wan avêtibûn û vê carê qedîyane vedikin û dikin bin xizmeta wan mirovên mixtac. Bila Xwedê Teala ji wan mirovên xêrxwaz razî bibe. Em li ser navê wan mixtacên li vê derê ji wan re teşekkur dikin. Nîşanên wek van tiştan ji bona wan mirovan dibe wek sedeqe-î carîye û em ji bona ku wan projeyên xwe berdewam bikin jî ji xêrxwazan re daxwaz dikin ku bila alîkarîyên xwe ji me nestirînin.” (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir