• DOLAR 34.099
  • EURO 38.074
  • ALTIN 2840.392
  • ...
Lavrovê Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê: “Ew ê Herba Cîhanê ya 3yemîn bi nukleeran bê kirin”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Herba Rusya û Ukraynayê di roja 7emîn de bi şîddetî berdewam dike.

Sergey Lavrovê Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê, ji ajansa xebera TASSê ya Rusyayê re daxuyanî da û di daxuyanîya xwe de got ku Herba Cîhanê ya 3yemîn ew ê xeraker bibe.

Lavrov di daxuyanîya xwe de welatên Ewrupayî ji bona ku çekê nukleer yê Amerîqayê li welatên xwe didin peydekirin rexne kir û weha got, “Em ê miseade nekin ku bila Ukrayna bibe xwedîyê çekê nukleer ”

Lavrov di berdewama daxuyanîya xwe de weha got, “Çekên nukleer yê Amerîqayê ku li welatên Ewrupayî ne, ji bona Rusyayê ku tiştekî wisa qebûl bike ne mumkin e. Gerek wan çekan heta niha di zû da teslîmê Amerîqayê hatibûna kirin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir