Reva ji Ukraynayê didome
Berdevkê UNHCR Joung-ah Ghedini-Williams got: "150 hezar kes reviyan derveyi Ukraynayê. Herî kêm 100 hezar kes ji di hundirê welêt de koçber bûne."
Ji alîyekî ve êrîşên Rûsyayê ya li ser Ukraynayê berdewam dikin û ji alîyê din ve jî reva ji Ukraynayê berdewam dike.
Neteweyên Yekbûyî ragihand ku piştî dagirkirinê, herî kêm 150 hezar kes hewl dane ku birevin welatên din ên cîran, bi taybetî jî Polonyayê.
Joung-ah Ghedini-Williams, berdevkê Ajansa Penaberan a Neteweyên Yekbûyî got: "Hejmar û rewş her kêlî diguherin. 150 hezar kes reviyan derveyi Ukraynayê. Herî kêm 100 hezar kes ji di hundirê welêt de koçber bûne.”
Tê texmînkirin ku eger rewş xirabtir bibe heta 4 mîlyon Ukraynî dikarin welêt biterikînin. (ÎLKHA)