• DOLAR 34.245
  • EURO 37.638
  • ALTIN 2921.555
  • ...
Biden: Yan Şerê Cîhanê yê Sêyem yan jî ceza
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Biden diyar kir ku cara ewil e ew mueyîdeyên li ser Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn tetbîq dikin û wiha got: "Du rê li ber me hene. Ya em ê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bidin destpêkirin û bi Rûsyayê ra şerekî tam bikin, ya jî em ê bedel bidin dayîn dewletekî ku hiqûqa navneteweyî bin pê dike.”

Biden diyar kir ku tu kes ne li bendê ye ku mueyîdeyên aborî û siyasî yên li ser Rûsyayê encamên lezgîn bidin û bandora van mueyîdeyan dê di demeke dirêj de were dîtin.

Biden diyar kir ku armanca Rûsyayê parçekirina NATOyê bû lê bi ser neket. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir