Ukrayna: Helîkopter û balafira şer a Rûsyayê hatin xistin
Hêza Hewayî ya Ukraynayê ragihand ku helîkoptereke Rûsyayê û balafireke şer a Su-25 li Donbasê hatine xistin.
Di daxuyaniya ku li ser hesabê Facebookê yê Hêzên Hewayî hat dayîn de hat ragihandin ku li herêma Donbasê derdora nîvê şevê helîkoptereke Rûsyayê û balafireke şer a Su-25 ji aliyê pergala fuzeyên S-300î ve hatine xistin. (ÎLKHA)