Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de 266 kes mir
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di encama 453 hezar û 947 testên ku hatin kirin de bi 71 hezar û 736 kesan re vîrus hat tespîtkirin û her wisa di 24 seatên dawî de 281 kes ji ber vîrusê mirin.
Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyeyê Fahrettîn Koca derbarê mijarê de destnîşan kir, ji ber ku omîcron bi hêsanî belav dibe hejmara kesên pêketî jî zêde ye.(ÎLKHA)