• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Dr. Zahîr Elbek: Quds de’waya ummetê ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dr. Zahîr Elbekê Nivîskar-Rojnamegerê Filistînîyê Serokê Şubeya Enqere yê Komeleya Dîroka Me û Qudsê bi minasebeta Hefteya Qudsê ya Cîhanê derheqê muhîmtîya Qudsê de nirxandinan kir.

Elbek di nirxandina xwe de destnîşan kir ku Quds cîhekî muhîm û pîroz e û li nirxandina xwe weha zêde kir, “Di nav Qudsê de Mescîdî Eqsa heye. Mescîdî Eqsa qîbleya Misilmanan  a ‘ewil, mizgefta duyemîn û herema sêyemîn e. Ew cîh ji bona Misilmanan cîhekî gelek muhîm û pîroz e. Muhîmtîya wî cîhî ji bona Filistînîyan tenê nîne, ji bona hemû Misilmanan e. Çîmkî Mescîdî Eqsa ne yê Filistînîyan tenê ye, ya hemû Misilmanan e. Ji ber vê yekê ew der gelek muhîm e. Berî niha Omer Îbnî Xettab, Seleheddînî Eyyubî Quds fetih kirine. Xeyn ji van kesan çima micahidên dinê ji bona ku Qudsê fetih bikin micadele dikirin? Çîmkî Quds ji bona Misilmanan gelek muhîm e, cîhekî pîroz e û de’waya ummetê ye.”

“Em ji bona ku Qudsê xelas bikin lazim e ku xebatê bikin”

Elbek di axavtina xwe de destnîşan kir ku xebatên ku Misilmanan ji bona Qudsê dikin baş e lê kêm in û weha berdewam kir, “Dewleta Tirkîye û xelqê Tirkîye ji bona Qudsê gelek baş dişuxulin. Çi feyde ku di welatên dinê de xebatên wisakî tinene. Bi îzna Xwedê ev ê wan xebatan zêde bibin û berdewam bibin. Lê ev tiştên ku em dikin qîm dike? Na, çîmkî em ji bona Qudsê çi qas jî bişxulin kême. Lazim e ku em zêde bixebitin. Dibe ku em her roj, her seat û her deqîqe ji bona xelaskirina Qudsê xebatê bikin. ji ber vê yekê ji wan xebatên vê armancê gelek memnunin û em teşekkur dikin. Em ji hemû Misilman û STKyan daxwaz dikin ku bila zêde bixebitin.”

“Hinek dewletên Misilman, xwe bi îşxalkeran re normal kirin lê xelqê wan xwe normal nekirin”

Elbek axavtina xwe weha domand: “Di navbera dewlet û xelqê de ferq heye. Îmkanên xelqê li gorî dewletê herî kêm e. Xelq carna ji bona Qudsê dixebite. Gelek bernameyên xelqê çêdibin. Gelek xelq bi îşxalkeran re normalî nekirin. Hinek dewletên Misilman, xwe bi îşxalkeran re normal kirin lê xelq xwe bi wan re normal nekirin; wek Misir, Tirkîye û Urdun. Bi îzna Xwedê ew ê xelq gelek zêdetir jî bixebite, lazim e ku ji wan xelqan re alîkarî bê dayîn. Hinek welatan dibêjin ku em ji bona bi wan re normal bibin gazî wan dikin. Em jî dibêjin ku ji wî rejima îşxalker ji tu kesî re xêr nayê. Madem normalbûnî heye bila vê normalbûnîyê ji bona xelqê Filistîn û Qudsê îstîfade bikin. Ji wî çawa îstîfade bê kirin ez nizanim, lê bila jê îstîfade bikin. Wan welatên dinê yên ku bi wan re normalî nekirine bila qet normalî nekin, çîmkî wek min got ji wî rejima îşxalker ji tu kesê re xêr nayê.”

“Rejima îşxalker li Filistînê daîma qetlîaman dike”

Elbek axavtina xwe weha domand, “Çi feyde ku him Amerîqa û him jî welatên Xerbê yên dinê daîma li pişta rejîma îşxalker disekînin. Wî rejima îşxalker daîma qetlîama dike. Rejima îşxalker di binê Mescîdî Eqsayê de gelek tunelan kolandîye. Xwedê mihafeze bike ji ber van tunelan dibe ku Mescîdî Eqsa xira bibe. Li wê derê daîma desteser kirin, qetlîam û pevçûn hene, ev tişt zilm e. Amerîqa û welatên xerbê yên dinê daîma derheqê demoqrasîyê de xeber didin. Li Qudsê qetlîam heye demoqrasî tineye. Bi rastî vana heq û hiqûqê naxwazin. Ew alîkarîyê tenç nadin îşxalkeran. Ew ji bona ku li Qudsê hizûrî çênebe jî micadele dikin.”

“Ciwan lazim e ku di her meselê de alîkarî bidin Qudsê”

Elbek bal kişand ku ciwan, ji bona de’waya Qudsê gelek muhîm û tesîrdar in, “Ciwanan ji bona Qudsê dikarin gelek tiştan bikin. Berê pêşîn du’a gelek muhîm e. Lazim e ku di her nimêjê, her sicdê û li her cîhê de du’a bikin. Fealîyet li vê derê daîma çêdibe. Ew ê Hefteya Qudsê ya Cîhanê bê sazkirin. Lazim e ku ji wan fealîyetan re alîkarî bê dayîn, mirovan beşdarê wan bernameyan bibin. Van meseleyan meseleyên gelek muhîm in. Lazim e ku ciwan, li pişta Qudsê bisekinin û alîkarî bidin. Ev tişt ew ê tiştekî gelek baş bibe, him bi wicdanî baş bibe û him jî mirovên Qudsê ew ê xwe tenê nehisibînin. Ev tişt jî bi menewî gelek muhîm e. Ciwan, xelqên dinê û hemû kes lazim e ku ji Qudsê re bi maddî û menewî alîkarî bikin, çîmkî Quds di bin dorpêçîyê da ye û tu kes alîkarî nadiyê. Alîkarîya maddî ji bona jîyanê û ji bona berdewam kirinê meseleyekê herî muhîm e.”

“Fethkirina Qudsê di her rewşê de mumkin e”

Elbek di dawîya axavtina xwe de destnîşan kir ku ew ê fethkirina Qudsê çawa be jî ew ê bibe, “Omer Îbnî Xettab û Seleheddînî Eyyubî  berya ku Qudsê fetih bikin gelek xebatan kirin. Di gava ewil de xwe di meseleya îmanî de pêş ve birin. Ji ferz û sinnetan re gelek dîqqet kirin. Ew tenê wisa nebûn hemû xelq jî wisa bûn. Hemû xelq di vê meselê de bi derd bûn û bi xîret bûn. Piştî van tiştan ew Qudsê fetih kirin. Em ji bona ku Qudsê fetih bikin lazim e ku gelek xebatan bikin. Fetihkirin qey mumkin e? Erê di her rewşê de mumkin e. Bi îzna Xwedê fetih wa nêz tê, çîmkî mirovên Filistînê û micahidên Filistînê hêna jî berxwedanê dikin û micadele dikin. Çi qas jî ji ber şehîdan, birîndaran û dorpêçkirinê feqîr bibin jî û êsîr bibin jî dev jê berdan tineye. Em çi qas bixebitin ew ê xelasî jî ew qas nêz be. Feth, bi vebirî tê.” (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir