Zelensky: 137 leşkerên me mirin, 316 kes jî birîndar bûn
Serokê Ukraynayê Vladîmîr Zelenskiy got, "Îro me 137 welatiyên xwe ku 10 ji wan efser bûn, winda kirin."
Zelenskiy êrîşên Rûsyayê yên di roja ewil de li ser welatê xwe nirxand û diyar kir ku Ukrayna di parastina welat de bi tenê maye û Rojava jî tenê daxuyaniya piştgiriyê dide.
Zelenskiy got, "Li gor tespîtên ewil mixabin me 137 qehreman û welatiyên me ku 10 ji wan efser in jiyana xwe ji dest dan û 316 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)