• DOLAR 32.679
  • EURO 35.42
  • ALTIN 2502.95
  • ...
Li Dîyarbekir bi çekan pevçûna pêk hat: 4 mirî û 6 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat destnîşankirin ku li gundê Xanikajêra li navçeya Çinara Dîyarbekirê di navbera du mabatên ku eqrebeyên hev dû ne de bi çekan pevçûn pêk hat, di encama pevçûnê de A.A, F.A û du kesên dinê yên ku navê wan nayê zanîn canê xwe ji dest dan, 6 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin di navbera du malbatan de ji ber îxtîlafa ‘erdan bi hev dû re li hev xistin û dû re bi çekan pevçûn kirin. Di encama pevçûnê de li gorî dîyarîyên ‘ewil 10 kes birîndar bûn.

Bi xeberdayîna mirovan ji cîhê pevçûnê re gelek ekîbên tenduristî û cenderme hatin sewqkirin.

Wan kesên birîndar jî ji teref ekîbên tenduristîyê ve bi ambûlansan ve hatin rakirin Nexweşxaneya Dewleta Çinarê.

Hat ragihandin birîndarên ku navê wan A.A, F.A û du birîndarên dinê yên ku navê wan nayê zanîn digel temamî midexeleyan canê xwe ji dest dan, 6 birîndarên dinê jî tedawîyên wan berdewam dikin.

Hat dîyarkirin ku ekîbên ewlehîyê li derdorê nexweşxaneyê tedbîrên ewlehîyê girtin. (ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir