Serokomar Erdogan bi Pûtîn re hevdîtin kir
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re bi telefonê axivî.
Di daxuyaniya Kremlînê ya derbarê mijarê da hat destnîşankirin ku lîderan derbarê qebûlkirina Komara Gel a Donetsk û Luhanskê ya Rûsyayê da nêrînên xwe anîn zimên.
Li gorî daxuyaniyê, Putin dilgiraniya xwe li hember berteka Amerîka û NATOyê nîşan da ku veguherî hewldaneke paşguhkirina fikar û daxwazên rewa yên Rûsyayê.
Serokomar Erdogan jî di derbarê mijarê de nêrînên xwe parve kirin.
Lîderan li hev kirin ku têkiliyên wan di formên cuda de berdewam bikin. (ÎLKHA)