Li Stenbolê 315 koçber hatin qefaltin: 6 kes hatin binçavkirin
Koçberên ku bi dizî dikevin nav Tirkîyeyê di encama operasyonan de tên qefaltin.
![Li Stenbolê 315 koçber hatin qefaltin: 6 kes hatin binçavkirin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/xDUlIMHc1Ct4WJLH2G7gYzT5E_A=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/22/08/li-stenbole-315-kocber-hatin-qefaltin-6-kes-hatin-bincavkirin-0dc2fdd9.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Hat destnîşankirin ku li navçeyên Bayrampaşa, Baxcilar, Bahçelîevler, Zeytînburnu û Arnavutkoya Stenbolê operasyon hat lidarxistin.
Di encama operasyonan de di nav mînbûsekî de jê 131 Pakîstanî, 138 Efxenî, 18 Surîye, 17 Filistînî, 10 Bangladeşî û 1 jî ji Îranê tevde 315 koçber hatin qefaltin.
Ha ragihandin wan koçberên ku hatine qefaltin ji bona ku ji sînor bên avêtin muameleyên wan tên kirin.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin 6 kesên ku derheqê qaçaxçîtîya koçberan de ne hatin binçavkirin. (ÎLKHA)