Li Mêrsînê serwîsa karkeran qulibî: 40 birîndar
Hat ragihandin li Mêrsînê serwîsa ku karkeran vediguhast qulibî, di encama qezayê de 40 karker birîndar bûn.
Qeza li navçeya Sîlîfkeya Mêrsînê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobusa ku şofêrê wê Murat Çakmak bû û tê de karker hebûn ji ber ku şofêr hakimîyeta dîreksîyonê winda kir gindirî şarampolê.
Di encama qezaya ku pêk hat de 40 kes birîndar bûn. Kesên birîndar hatin rakirin nexweşxanê û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)