Li Konyayê otobusa rêwiyan qeza kir: 5 mirî, 26 birîndar
Di encama qezaya ku li ser Rêbeja Konya-Aksarayê pêk hat de 5 kes mirin û 26 kes jî birîndar bûn.
Qeza serê sibê di derdora seat 08.30an de li 47emîn kîlometreya Rêbeja Konya-Aksaray pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin otobusa geştyarî ya bi plaqeya 48 J 8149 a ku ajokarê wê nehat hînbûn ji ber sedemeke ku nayê zanîn wergeriya.
Li gor tespîtên ewil di qezayê da 5 kes mirin û 26 kes jî birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê gelek ekîbên tenduristiyê, AFAD, agirkuj û cendirmeyan sewqî cihê qezayê kirin.
Birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyan, kesên mirî rakirin morgê.
Hat îdiakirin ku qeza ji ber qeşaya li ser rê pêk hatiye.
Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)