Li Komarîya Efrîqaya Navend 8 leşkerên Rus yên bi pere mirin
Li wîlayeta Nana-Mambereya Welat erebeya ku aîdê koma Wagnerê ye li şerempolê qelibî, di encama qezayê de 8 leşkerên Rus yên bi pere mirin.
![Li Komarîya Efrîqaya Navend 8 leşkerên Rus yên bi pere mirin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/ivdh9mtxwBLHihGE9BdUFU0m7YA=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/22/07/li-komariya-efriqaya-navend-8-leskeren-rus-yen-bi-pere-mirin-60faeb12.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Wan leşkerên Rusên yên bi pere yên ku li Komarîya Efrîqaya Navend in him ji artêşê re perwerdehî didin û him jî ewlehîya Serokkomarê bi cîh tînin.
Hat destnîşankirin ku koma wagnera ku navê xwe di tarîxa 2013an de bi herba ku di nav welata Sûrî de heye û di sala 2014an de jî li ser mesela Ukraynayê navê xwe dabû bihîstandin, dû re li Sûrîye, Mozambîk, Sudan û Komarîya Efrîqaya Navendî fealîyetan nîşan da.
Tê îddîakirin ku wan leşkerên bi pere, bi tevî artêşa Rusya û bi yekîneyên ewlehîya Rusyayê hereket dikin û bêemrîya Kremlîn jî hereket nakin.
Hikumeta Rusyayê jî ev îddîayan red dike. (ÎLKHA)