• DOLAR 32.54
  • EURO 35.031
  • ALTIN 2437.809
  • ...
HAMAS: Zehmetîyên ku xelqê me dikşînin ew ê zirarekî mezin bide dijminan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sîyonîstên ku her roj xîwna Filistînîyekî dirêje, doh di wexta ‘esrê de jî êrîşî Nîhad El-Bergusî kir û ew şehîd kir.

HAMAS derheqê meselê de daxuyanîyek belav kir û weha got, “Xwîna şehîd Nîhad El-Bergusî, xwîna şehîd û birîndarên me, fedekarîyên êsîrên me yên qehreman ên ku di zindanên îşxalkeran da ne, zehmetîyên xelqê me yên ku li her cihî dikşînin, ew ê zirarekî mezin bide dijminan.”

HAMAS di daxuyanîya xwe de ji malbat û eqrebeyên şehîd Nîhad El- Bergusîyê ku li hember rejima îşxalker berxwedanekî nîşan da û şehîd ket re sersaxîyê şîyand, ji bona şehîd jî ji Xwedê Teala rehmetê daxwaz kir û di berdewama daxuyanîya xwe de weha got, “Şehadeta Bergusîyê ku du sal di nav zindanên rejima îşxalker de maye û di encama berxwedanekî mezin de şehîd bûye, nîşan dide ku xelqê Filistînê di soza berxwedana ku li hember rejima îşxalker bê dayîn de dilpak e.”

Berxwedaran ji bona êrîşên ku li Gundê Salîhê hat kirin, berxwedanek nîşan dan û Nîhad El- Bergusî jî di encama êrîşa ku li vê berxwedanê hat kirin de şehîd ket. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir