Li Mêrdînê li dijî PKKê operasyon: 33 kes hatin binçavkirin
Serdozgerîya Komarê ya Mêrdînê li hember PKK/KCK, YPG/PYD operasyoneke hevdemî da destpêkirin. Di encama operasyonê de navend Mêrdîn li Stenbol, Çeneqqele, Dîyarbekir, Êlîh û Şirnexê 33 kes hatin binçavkirin.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Midirtîya Ewlehîya Bajara Mêrdînê ve hatîye belavkirin, ji teref endamên Midirtîya Şubeya Micadeleya bi Terorê ya Mêrdînê, Midirtîya Şubeya Îstîhbaratê û Midirtîya Şubeya Tîma Taybet ve xebateke bi koordîne hat lidarxistin.
Hat destnîşankirin ku di tarîxa 15 Sibatê de li Mêrdîn, Stenbol, Çeneqqele, Dîyarbekir, Êlîh û Şirnexê operasyonek hevdemî hat kirin û di encama operasyonan de 33 kes hatin binçavkirin. (ÎLKHA)