Siyonistên îşxalker êrîş birin li ser Taxa Şêx Cerrah
Hat ragihandin siyonistên îşxalker doh êvarî êrîş birin li ser Taxa Şêx Cerrah.
Filistînîyên ku dîtin siyonistên îşxalker êrîşî taxa wan dikin li ber xwe dan û xwepêşandan li dar xistin.
Di encama êrîşa hovane ya siyonistên îşxalker de 4 Filistînî birîndar bûn û 2 Filistînî jî hatin desteserkirin.
Derbarê mijarê de ji teref Teşkîlata Heyva Sor a Filistînê ve hat ragihandin ekîbên alîkarîya bi lez li cihê bûyerê midaxele li birîndaran kirin ku ji van 3 kes ji xazê tesîrdar bûbûn û kesek jî hatibû darbkirin.
Hat hînbûn du birayên bi navê Malik û Muhammed Fadi Mutavvar piştî ku hatine darbkirin hatin desteserkirin.(ÎLKHA)