Li Almanyayê trên qeza kir: Mirîyek û 40 birîndar
Li nêzê bajara Munîha Almanyayê du trên li hev qelibîn, li gorî dîyarîyên ‘ewil di encama qezayê de kesek canê xwe ji dest da û 40 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, qeza li herêma başûra Munîhê di îstasyona trênê ya Ebenhausen-Schaeftlarnê de pêk hat, di encama qezayê de 40 kes birîndar bûn û mirovek jî mir.
Hat ragihandin ku hê sedema qezayê nayê zanîn. (ÎLKHA)