Li Wanê operasyona tîryakê: 14 kes hatin binçavkirin
Li Wanê di nav hefteya dawîn de li dijî tîryakê opreasyon hat kirin, di encama operasyonan de 14 kesên şikdar hatin binçavkirin.
Hat destnîşankirin ku di encama operasyona ku ji teref Şubeya Micadeleya Sûcên bi Narkotîk ve di tarîxa 7ê Sibatê û 13ê Sibatê yê sala 2022yan de hatîye lidarxistin de, 114 kîlo û 901 gram eroîn, 16 kîlo û 44 gram tîryaka sentetîk, 42,62 gram esrar û 2 heb hebên tîryakê hatin bidestxistin.
Hat ragihandin ku di encama operasyonan de 14 kesên şikdar hatin binçavkirin. (ÎLKHA)