Bîden û Zelensky li ser telefonê hevdîtinek kirin
Joe Bîdenê Serokê Amerîqayê, bi Volodymyr Zelenskyyê Serokê Dewleta Ukraynayê re li ser telefonê hevdîtinek kir.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref rayedarên Qoşka Sipî ve hatîye kirin, hevdîtina Bîden û Zelenskyê ku li ser telefonê hatîye kirin nêzê 50 deqîqe berdewam kirîye.
Zelenskyyê Serokê Dewleta Ukraynayê jî di hisaba xwe medyaya civakîya de daxuyanîyek belav kir û weha got, “Me bi Joe Bîden re li ser telefonê hevdîtinek kir û hevdîtina me seatek berdewam kir. Me derheqê meseleyên îqtîsadî, rîskên ku hene, mueyîdeyan û êrîşkarîya Rusyayê de xeber da. Hûrgîlîyên hevdîtinê di demekê kin de ew ê bên belavkirin.”
Hat destnîşankirin ku hevdîtina Bîden û Zelensky ji serê salê heta niha bu 3 car e tê kirin. (ÎLKHA)