• DOLAR 32.334
  • EURO 35.17
  • ALTIN 2427.983
  • ...
Li Hîndîstanê zarok bi kirina nimêjê alîkarî dan ji xuşkên xwe yên bi tesettûr
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alîkarîya ku ji qîzên Misilman ên ku li Karnatayê ji ber qedexekirina tesettûrê berxwedanek nîşan didin re fewc bi fewc zêde dibe.

Di medyaya civakî de vîdeoyek hat belavkirin ku di vîdeoyê de zarokên Misliman ên Hîndîstanî di sinifên xwe de bi cemaatî nimêj dikin û bi vê şeklê alîkarî didin xuşkên xwe.

Ev alîkarîya zarokan, ji wan qîzên Misilman re moral û motîvasyon dide.

Faşîstên Hîndu wan zarokan hedef didin nîşandan.

Wan faşîstên Hînduyan jî ji nimêj kirina zarokan bexîrî dibin, ji ber vê yekê wan zarokan ji polês û rayedarên dibistanê re şîkayet dikin.

Ji teref rayedarên dibistanê ve hat daxuyandin ku ew  zarok hatin hişyarkirin û di sinifan de kirina nimêjê jî hat qedexekirin.

Rayedarên dibistanê îfade kirin ku ew berê xeberên wuha nebihîstine lê bi dest pê kirina wan çalakîyên ku ji bona tesettûrê tên kirin şunda di sinifan de xeberên nimêjê bihîstine. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir