Li Herêma Kurdistanê 5 kes ji Coronavîrusê mirin û 984 kes bi Coronayê ketin
Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de bi 984 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 5 kes ji ber Coronavîrusê mirin.
Li Herêma Kurdistanê heta niha 420 hezar û 516 kes bi vîrusê ketin û 7 hezar û 287 kes jî ji ber vîrusê mirin.(ÎLKHA)